Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku Wezareta Karûbarên Navxweyî ji bo Şaredarê Bajarê ê Mezin ê Amed, Mêrdîn û Wanê kayyûm tayîn kir, li Amed, Wan, Stenbol û Mûglayê çalakiyên protestoyê pêk hatine.
Li Amedê welatî li ser Kolana Elezîzê kom bûne ku avahiya Şaredariyê jî li vir e. Polîsan destûr nedaye ku kom bimeşe û di navbera wan û polîsan de nîqaş dest pê kiriye. Piştî vê nîqaşê, polîsan bi ava şid midaxele li wan kiriye. Hatiye zanîn ku hin welatî birîndar bûne.
Di heman demê de Ahmet Ozmen, Serokê berê yê Baroya Amedê û polîsan jî nîqaş kiriye. Bi midaxeleya polîsan re welatî ber bi sikakan ve belav bûne. Hin welatî birîndar bûne.
Parlamenter jî hatine astengkirin
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, parlamenter, hevşaredar, rêveberên HDPyê û welatî ji ber avahiya bajêr a HDPyê ber bi avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve dest bi meşê kirine. Polîsan çalakvan li ber Parka Koşûyoliyê sekinandiye.
Midûrê polîsan gotiye Hasan Basrî Guzeloglû, Waliyê Amedê duh biryara qedexeya çalakiyan daye ku îro jî weke kayyûm li şûna Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê, Selçûk Mizrakliyî hatiye tayînkirin.
Li Wanê jî polîsan midaxele kiriye
Piştî ku li Wanê jî Wezareta Karûbarên Navxweyî biryara tayînkirina kayyûmî li şûna Bedia Ozgokçe Ertan, Şaredara Bajarê Mezin a Wanê derxistiye çalakiyek protestoyî hatiye li dar xistin.
Polîsan destûr nedaye ku ber bi avahiya şaredariyê ve bimeşin. Parlamentera HDPyê ya Mûazzez Orhan, Bedia Ozgorçe Ertan û Mûstafa Avci, Hevşaredarên HDPyê jî di nav de 30 HDPyî ji hêla polîsan ve hatiye birîn.
Polîsan destûr nedaye ku çalakvan bimeşin û midaxele li wan kiriye. Koma çalakvanan ber bi sikakan ve belav bûne.
Li Stenbolê di bin dorpêça polîsan de daxuyanî hatiye dayîn
Rêxistina HDPyê ya Stenbolê li ber avahiya partiya xwe ya li Tarlabaşiya Beyoglûyê daxuyaniyek daye çapemeniyê. Polîsan li vir tedbîrên ewlehiyê standiye û koma çalakvan dorpêç kiriye.
Cengîz Çîçek, Hevserokê HDPyê yê Stenbolê axivî ye û wiha gotiye: “Li dijî vê polîtîkaya kayyûman em dixwazin mil bi mil hemû bindest têkoşîneke yekgirtî bimeşînin. Bi taybet di hilbijartina Stenbolê de derket holê ku neqebûlkirin e. Ew kesên ku îro li van bajaran li dijî çopandinê bêdeng bimînin, bila bizanibin ku wê ev zihniyet bixwazi bandora xwe li Stenbolê jî bike. Em bang li hemû kesan dikin ku li dijî vê zihniyeta talanker têkoşîna hevbeş bidin. Em vî zihniyeta çopander, talanker nas nakin, em ê nas nekin.”
Li Mûglayê 22 kes hatine desteserkirin
Rêxistina HDPyê ya Mûglayê xwestiye li ber avahiya partiya xwe daxuyaniyekê bide. Polîsan midaxele kiriye û 22 kes hatine desteserkirin. (EMK/FD)
Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê