Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî ku Wezareta Karûbarên Navxweyî biryar daye û kayûm ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amed, Mêrdîn û Wanê tayîn kiriye, daxuyaniyek nivîskî weşandiye. HDPyê gotiye, “Em ê bêdeng nebin, ranewestin.”
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê ji sedî 63, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê ji sedî 56 û Şaredara Bajarê Mezin a Wanê ji sedî 53 deng bi dest xistiye û hatiye hilbijartin.
HDPyê operasyona ku hatiye kirin weke “derbeya siyasî” bi nav kiriye û wiha gotiye: “Tiştên qewimî ye ne tenê pirsgirêka gelê kurd û HDPyê ye. Pirsgirêka hevpar a hemû gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê ye.”
Bixwîne - Kayûm li şûna şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê hatine tayînkirin
“Meşrûiyeta demokratîk a desthilatdariyê nemaye”
“Vê desthilatdariyê û Wezareta Karûbarên Hundir qebûl nekiriye ku gendelî, bêqanûniyên dema kayûman, rezaleta kayûman ên çavkaniyên gel dizî ne derkevin holê. Ji ber ku li herêman burokrasiya leşkerî û ya sivîl ji vê sîstema gendeliyê dixwarin bûne piştevanên dema kayûman.
“Ti meşrûiyeta demokratîk a deshilatdariyê nemaye. Ji bo rêkeftina AKP-MHPyê, vê desthilatdariyê çopandina vîna gel, wî tiştê ku nikaribûn di encama hilbijartinê de bi dest bixin lê bi tundkarî, zor û dek û dolaban biçopînin, bûye tiştekî ji rêzê.”
“Bêdeng nemînin, bêdengî qebûlkirin e”
Bixwîne - Wezareta Navxweyî: Li 29 bajaran 418 kes hatine desteserkirin
“Li dijî vê desthilatdariyê, bikaranîna hemû rêyên têkoşînê yên demokratîk û rewa, mafekî ku çavkaniya xwe ji destûra bingehîn û hiqûqa navnetewî digire û ji nîqaşê re nevekirî ye. Em tenê dikarin demokrasiyê bi têkoşîna hevbeş û bibiryar a hêzên demokrasiyê re qezenc bikin.
“Em bang li hemû kesan dikin ku li her devera Tirkiyeyê di 31ê Adarê û 23yê Hezîranê de deng dane, ji bo rêkevtina AKP û MHPyê winda bikin û ji bo demokrasî bi ser bikeve xebitîn e; Bêdeng nemînin, bêdengî qebûlkirin e:”
Bixwîne - "Îradeya demokratîk hatiye kuştin"
Kayyûm ji bo sê şaredariyan hatine tayînkirin
Wezareta Karûbarên Hundir bi sedema ku lêpirsînname ji bo wan hatine amadekirin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amed, Mêrdîn û Wanê ji wezîfeyê dûr xistiye.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de gotiye ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Şaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgökçe Ertan ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.
Li şûna Mizrakliyî Waliyê Amedê Hasan Basri Guzeloglu, li şûna Turkî Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman û li şûna Ertanê jî Waliyê Wanê Mehmet Emin Bilmez weke kayum hatine tayînkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, ji ber ku 9 lêpirsînname ji bo Mizrakliyî, 6 lêpirsînname ji bo Turkî u 7 lêpirsînname jî ji bo Ertanê hatine amadekirin û li dadgehên cezayê giran dadkirin berdewam dikin, ji wezîfeyê hatine standin. (PT/FD)