Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Karûbarên Hundir bi sedema ku lêpirsînname ji bo wan hatine amadekirin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amed, Mêrdîn û Wanê ji wezîfeyê dûr xistiye.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de gotiye ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Şaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgökçe Ertan ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.
Li şûna Mizrakliyî Waliyê Amedê Hasan Basri Guzeloglu, li şûna Turkî Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman û li şûna Ertanê jî Waliyê Wanê Mehmet Emin Bilmez weke kayyûm hatine tayînkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, ji ber ku 9 lêpirsînname ji bo Mizrakliyî, 6 lêpirsînname ji bo Turkî u 7 lêpirsînname jî ji bo Ertanê hatine amadekirin û li dadgehên cezayê giran dadkirin berdewam dikin, ji wezîfeyê hatine standin.
Di vê navberê de Salîha Aydenîz, Parlamentera HDPyê ya Amedê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nivîsandiye ku polîsan Şaredariya Amedê dorpêç kiriye.
Diyarbakır büyükşehir belediyesi ablukaya alınmış ve içeride arama yapılıyor.
— Saliha AYDENİZ (@Saliha_Aydeniz) August 19, 2019
Emniyet şube müd. Belediye eşbaşkanımızın görevden alındığını sözlü ifade etmesi bu ülkenin adaletinin, hukukunun geldiği yeri işaret ediyor. pic.twitter.com/d69xq5AbAR
Ji sedî 50iyî zêdetir deng standibûn
Piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê kayûm ji bo Şaredareyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê hatibûn tayînkirin. Kayyûman heta hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê ev şaredarî bi rêve biribûn. Di hilbijartina 31ê Adarê de Selçûk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanikî ji sedî 62,93yan, Ahmet Turkî ji sedî 56,24an, Ertanê jî ji sedî 53,83yan deng bi dest xistibûn û hatibûn hilbijartin. (RT/FD)