Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Buroya Hiqûqê ya Asrinê naveroka hevdîtina bi Abdullah Ocalan, Rêberê PKKyê re aşkere kiriye. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê 7ê Tebaxê çûbûn Grava Îmraliyê û li wir hevdîtinek li gel Ocalanî pêk anî bûn.
Di daxuyaniya nivîskî de hatiye diyar kirin ku Ocalanî gotiye: ““Ez hewl didim ku qadekê ji kurdan de vekim, werin em pirsgirêka kurdan çareser bikin. Ez dikarim çareser bikim, bi xwe bawer im, ji bo çareseriyê amade me. Lê divê dewlet jî, aqilê dewletê jî berpirsiyariya xwe bîne cih.”
Buroyê di daxuyaniya xwe de behsa van tiştan kiriye:
“Me 7ê Tebaxê hevdîtinek li gel Abdullah Ocalanî pêk aniye. Li gel gelek mijarên rojeva sereke ya Birêz Ocalanî pêşketinên dîrokî yên têkiliyên tirk û kurdan û rewşa şer û pevçûnên heyî bû.
“Birêz Ocalan rewşa heyî ya ji ber israrkirina di polîtîkayên şer û pevçûnan de derketiye holê, weke metirsiyekê dinirxîne. Bal kişand ser windahiyên mirovî, siyasî û ekonomîk ên di çil salên dawiyê de qewimî ne û got ku ji ber rewşa heyî ya herêmî, israrkirina heman polîtîkayan wê bibe sedema encamên gelekî girantir û divê ev ji hêla herkesî ve bê dîtin.
Diyar kir ku kontrgerila, hewldanên wê yên ji bo çareseriya demokratîk ji dema Ozalî heta niha sabote kiriye û ev jî tê zanîn, digel ku ne weke ya demên berê be jî ,ev hêzên dijberên çareseriyê ne, dikarin şerekî derbixin.
“Ez ji bo çareseriyê amade me”
Birêz Ocalanî got: ““Ez hewl didim ku qadekê ji kurdan de vekim, werin em pirsgirêka kurdan çareser bikin. Ez dikarim çareser bikim, bi xwe bawer im, ji bo çareseriyê amade me. Lê divê dewlet jî, aqilê dewletê jî berpirsiyariya xwe bîne cih.”
Herî dawî di 18ê Hezîranê de hevdîtin pêk hatibû
Qedexeya hevdîtina Ocalanî ya bi parêzeran re di 27ê Tîrmeha 2011ê de dest pê kiriye. Rezan Sarica û Nevroz Ûysal, parêzerên Ocalanî piştî 8 salan cara yeke, îsal di 2yê Gulanê, 22yê Gulanê, 12ê Hezîranê û 18ê Hezîranê de hevdîtin li gel miwekilên xwe kiribûn.
Piştî 18ê Hezîranê parêzeran 13 caran serî li serdozgeriyê dabûn, lê ne erênî ne jî neyênî bersiv nedane. (RT/DB/FD)