Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Recep Tayyîp Erdogan, di dema merasîma vekirina Nexweşxaneya Bajarî ya Bûrsayê û rêya di navbera Stenbol û Îzmîrê de li ser mijarên di rojevê de axivî ye.
Erdoganî gotiye: "Em ketin Efrînê, Cerablûsê, Babê. Niha jî emê têkevin Rojhilatê Feratê. Me ev tişt ji Rûsya û DYAyê re gotiye."
“Faîz wê hê jî bikeve”
Erdoganî derbarê mijara faîzan de jî wiha gotiye:
”Banka Navendî faîz daxistin, dê hêjî bikeve. Mizgîniya min li we, dê enflasyon jî bikeve, hûnê vê jî bibînîn."
"Ez bangawaziyê li hemî welatiyên xwe dikim, êdî bila herkes guhê xwe ji bo spekulasyonên li hemberî aboriya me bigirin, divê li kar û barê xwe binêrin."
“Şîrketên taybet vî karî di demeke kurt de çêdikin”
Erdoganî derbarê projeya çêkirina Nexweşxaneya Bajarî ya Bûrsayî jî wiha axivî ye: “Ji bo projeyên qerase yên wisa, divê em modelên fînansmanê yên alternatîf bi pêş bixin, me ev kir."
“Di vê mijarê de ya giring ew e ku heke dewlet van karan bi budceya xwe çêbike dê çêkirina wê demê bixwe. Dewlet van dide şîrketên taybet û di demeke kurt de dikevin xizmeta gel. Herwiha tenê ne înşaat di heman demê de ji transfêra teknolojiyê heta civandina zanyariyê, ji modêlên nû yên fînansê heta ekonomiya me di gelek waran de pêşketin pêk tê." (DB/FD)
Çavkanî: AA