Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
James Jeffrey, Nûnerê Taybet ê DYAyê yê Sûriyeyê gotiye, nelihevkirinên di navbera DYA û Tirkiyeyê de dibe asteng ku “herêma ewle” bê avakirin.
Jeffreyî di dema civîna çapemeniyê de pirsên rojnamegeran bersivandiye û li gel Nathan Sales, Nûnerê Taybet ê Dijterorê yê DYAyê derbarê Sûriyeyê de axivî ye.
Jeffreyî diyar kiriye ku operasyonên li Sûriye, Iraq û Afrîkayê berdewam dikin û gotiye ku YPG û PKK bi DAIŞê re şer dike:
“Em xwediyê wê sozê ne ku kesên li gel me şer dikin zirarekê nebînin û rastî êrîşa ti aliyekî din nebin. Serokî jî ev bi awayekî vekirî got. Metirsiyên me yên derbarê Tirkiyeyê ji di nava vê de ye.”
Li ser pirsa ku wan û Tirkiyeyê ji bo li “Sûriyeyê herêma ewle” ava bikin, li hev kiriye yan na Jeffreyî destnîşan kiriye ku gotûbêj berdewam nikin lê hîna negihiştine encameke zelal.
Jeffreyî wiha berdewam kiriye:
“Li hêlekê şirîkên me yê girîn ên herêmî (YPG/PKK) heye, li hêla din Tirkiyeya hevalbendê NATOyê heye. Li hêlekê metirsiyên derbarê PKKyê de hene. Em di mijara gefa ji PKKyê tê de gelekî metirsîdar in ku li dijî Tirkiyeyê ye û hefteya borî li Hewlêrê dîplomatekî tirkan kuştibûn. Em hewl didin ku hevsengiyê têxin navbera endîşeyan.”
James Jeffreyî herweha gotiye, li Tirkiyeyê hejmareke zêde kurd hene û ji bo parastina kurdan wan bi Tirkiyeyê re ti gotûbêj nekiriye.” (AO/FD)
Fotograf: AA/Arşîv