Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Lijneya Ewlehiyê ya Milî (MGK) duh civiya ye û piştî civîn qediya ye di saetên êvarê de daxuyaniyeke nivîskî hatiye weşandin. Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku li sînorê Sûriyeyê ji bo avakirina “korîdora aştiyê” wê dest bi xebatê bê kirin.
Di daxuyaniyê de behsa “herêma biewle” nehatiye kirin ku di sê salên dawiyê de him Tirkiye û him jî DYA behsa wê dike û di navbera her du welatan de gotûbêj derbarê wê de tên kirin.
“Li ser sînorî ji hêla otorîteyê ve valahî heye”
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:
“Li ser sînorê Sûriyeyê ji hêla otorîteyê ve valahiyek heye û gefa li ser welatê me zêde bûye. Biryardariya me hatiye pesendkirin ku ji bo hemû aliyên terorê bên paqijkirin û ji bo bi hemû hêza xwe em ‘korîdora aştiyê’ ava bikin.”
Tê plankirin ku 32 kîlometre be
“Herêma ewle” ya ku Donald Trump, Serokê DYAyê di 13ê Kanûna Paşiyê de dîsa anîbû rojevê, li ser 460 kîlometre sînorê Tirkiye û Sûriyeyê û bi firehiya 32 kîlometreyan bê avakirin.
Trumpî di 19ê Kanûna Pêşiyê ya 2018ê de aşkere kiribû ku ew ê leşkerên DYAyê ji Sûriyeyê vekişînin.
Di heman rojan de Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî jî gotibû, ew ji bo operasyoneke li dijî rojhilatê Firatê amadekariyan dikin. (PT/FD)
*Fotograf: Kayhan Özer/ Cumhurbaşkanlığı/ AA