Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Suleyman Soylû, Wezîrê Karûbarên Handur, serdana Navenda Parastina Demkî kiriye. Soylûyî li vir civîneke çapemeniyê pêk aniye û li ser mijara statuya parastina demkî ya sûriyeyiyan û destûra rûniştinê ya biyaniyên li Tirkiyeyê axiviye. Soyluyî gotiye ku biyaniyên xwedî destûra fermî ne ji Tirkiyeyê nayên dersînor kirin.
Silêman Soyluyî axaftina xwe wiha berdewam kiriye: “Di 15 rojan de ji sedî 90î yên ku miameleyên wan hatiye çêkirin ne ji Sûriyeyê bûne. Demek ji bo wan Sûriyeyîyan hatiye diyarkirin ku li Stenbolê dijîn lê qeyda wan li cihekî din e. Ji ber ku dem ji wan re hatiye diyarkirin, ji bo wan ti miamele nayê kirin.”
Beşek ji axaftina Soyluyî wiha ye:
“Ev mijara ku çend roj in bi taybet li ser Stenbolê tê nîqaşkirin, mijareke wiha ye ku bi temamî derbarê koçberiya bê rêk û pêk û qaçax de ye.
“Ti Surîyeyiyên xwedî statuya parastina demkî, an biyanîyên xwedî statuya parastina navnetewî, yan jî kesên bi destûra fermî li welatê me dimînin bi ti awayî nayên dersînorkirin. Ev ne tiştekî wiha ye ku bê qebûlkirin.
“Em ne xwedî wê şiyan û mafî ne ku vî tiştî bikin. Ne daxwazeke me ne jî liv û tevgereke me ya bi vî awayî heye.” (RT/DD/FD)
Fotograf: AA/Arşîv
*Dîlek Dûrgûnê ev nûçe wergerandiye