Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, Parlementerên HDPyê Alîcan Onlu, Mûrat Çepnî, Kemal Bulbul, Remziye Tosûn, Îmam Taşçier û Mûsa Farisogûllarî ji bo 19emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê çûne Dersimê.
Hevserokê Giştî yê HDPê Sezaî Temellî û heyeta pê re, serdana wan malbatan kirin ku zarokên wan di teqînê de miribûn. Her weha serdana Engîn Eroglûyî jî kirine ku ber bi ava çemê Mûnzûrê çûbû.
Heyetê ji malbata re sersaxiyê xwastiye
Temelliyî, ji malbata Guloglûyî re gotiye ew êşa wan parve dikin û diyar kiriye ku ew ê bi hevre li dijî hemû êşan rawestin. Temelliyî wiha berdewam kiriye: "Ne mimkune ku bûyera pêk hatiye bê derbaskirin. Ji bo ku em zarokên xwe ji bîr nekin, divê hîn zêdetir em dengê xwe yê li dijî şer bilindtir bikin. Gava ku min bûyer bihîst, Ceylan Onkol hat bîra min. Ji bo zarokên me yên din jî nemirin, divê ku em dengê xwe bilindtir bikin."
Hevserokê HDPê Temelliyî di Mîhrîcana Munzurê a Çand û Xwezayê de jî axiviy û bi kurtasî wiha gotiye:
“Yên ku dixwazin sazûmaniya Tirkîyeyê bibînin bila werin Dêrsimê”
“Kesên ku xwe bi polîtîkayên şer û dijwariyê têr dikin, dagirkeriya kedê û talankirina xwezayê didomînin. Dibe kû mînaka herî ber bi berçav Dêrsim be. Îro kesên ku dixwazin binêrin bê ka li vî welatî çi rejîm heye, ev welat di kîjan rewşan de dijî divê werin li Dêrsimê binêrin.”
“Li her derî qereqol, qûleyên çavdêriyê, cîhên kontrolê hene. Her der hatiye dorpêçkirin.Tu dibê qey platoya şer ava bûye û senaryoyekê pêk tînin.
Lê belê divê em teqez vê senaryoyê xera bikin. Heta em rastiyê nebînin ne mimkûne ku aştî were vî welatî. Divê em bi rastiyê re rûbirû bibin û xwedî li nirxên xwe derkevin da ku em vî şer û dijwariyê têk bibin. Divê em teqez faşîzmê binpê bikin û Tirkîyeyê bikin welatekî demokratîk.” (HA/DD/FD)
* Dilek Durgunê ev nûçe wergerandiye