Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Yekîtîya Ewropayê (YE) biryar daye ku Tirkiye li derdora Qibrisê bi awayekê neqanûnî li gaza xwezayî digere.
YEyê diyar kiriye ku “kiriyarên Tirkiyeyê li dijî hiqûqa navneteweyî ye.”
Çar ceza
Tirkiye dê bi çar awayan bê cezakirin:
*Dihat çaverêkirin ku YE ji beriya 2020ê alîkarîya maddî bide Tirkiyeyê, alîkarî dê bê kêmkirin. (Li gor nûçeyeka Euronewsê 146 milyon Euro dê bê kêmkirin.)
*Dîyaloga digel sazî û rêxistinên bilind yên wek Lijneya Hevkarîyê, lijneyên ekonomî û ticaretê dê bê sekinandin.
*Mizakereyên ji bo Hevpeymana Tevgerên Asîmanî dê bê sekinandin.
*Bankeya Plandanînê ya Ewropayê dê kredî bidaya Tirkiyeyê. Banke dê ji nû ve li biryarê binêre.
(EKN/MB)