Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) encama fermî ya hilbijartina serokatîya Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê eşkere kiriye. Encam li rojnameya fermî hatiye weşandin.
Li gor encama fermî ya hilbijartina şaredarîya Stenbolê Ekrem Îmamogluyî 4 milyon û 742 hezar û 82 deng Binali Yıldırımî 3 milyon û 936 hezar û 68 deng standine.
Hilbijartin hatibû betalkirin
Hilbijartina birêvebiriyên herêmî 31ê Adarê hatibû kirin. Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) eşkere kiribû ku delîlên betalkirina hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yek bi yek têrê nake ku hilbijartin pê bê betalkirin, lê belê dema li hemî delîlan bi hev re bê nêrîn divîya hilbijartin bihata betalkirin.
Bixwîne - Serokên lijneyên hilbijartinê dê ji bo hilbijartina nû erkdar bin
Hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê 6ê Gulanê hatibû betalkirin. Biryara Delîldîyarkirî piştî 16 rojan hatibû weşandin.
7 endamên eslî û 4 endamên cihgir yên YSKyê kom bûne û biryar daye. 4 dadgerên endamên lijneyê diyar kiribûn ku delîlên heyîn têrê nake ku hilbijartin bê betalkirin.
(AO/MB)