Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ekrem Îmamoglû, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê îro çûye serdana rêxsitina Stenbolê ya Partiya Saadetê û İYİ Partiyê û paşê jî bi Hevserokên Bajarê Stenbolê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re kom bûye.
Civîna Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokên HDPyê û Îmamoglûyî ji çapemeniyê re girtî bûye.
Piştî civînê, Îmamoglûyî plaketek ji seramîkê daye heyeta HDPyê. Hevserokên HDPyê jî pirtûka Amin Maaloufî ya bi navê “Nasnameyên Kujende”, ya Murray Bookchin a bi navê “Bajarvaniya Bêbajaran”, ya Gultan Kişanak, Hevseroka Şaredariya Amedê ya berê û girtî ya bi navê “Rengê Binefşî yê Siyaseta Kurdan” û xebata Meclîsa Jinan a HDPyê ya bi navê “Rapora Kayûman a Xespkirina Rêveberiyên Herêmî yên Azadîxwaz yên Jinan” pêşkêş kirine.
Piştî hevdîtinê Îmamoglû, Demîr û Çîçek ji rojnamegeran re wiha gotine:
“Baweriya min ew e ku di nava kesên dengên xwe dane me de, ji her nêrîna siyasî mirov hene. Ji ber wê ye ku min di axavtinên xwe de spasiyên xwe pêşkêşî mirovên ku xwedî nêrînên siyasî yên cida ne.
“Piştgiriya welatiyên me yên ku dengên xwe didin HDPyê, ya hevalên li navçeyan wezîfedar ji bo me gelekî girîng bû. Ez spasiyên xwe li vir dubare car ji bo welatiyên me yên HDPyî pêşkêş dikim.
“Ez dixwazim bibêjim ku ji bo hemû hevkariyan ez amade me. Ez ji niha de dibînim ku wê ev fêdê li demokrasiya Tirkiyeyê bike”.
“Ez dixwazim serdana wî bikim”
Îmamoglûyî li ser pirseke ku gotiye, “Hûn difikirin biçin Serdana Selahattîn Demîrtaşî bikin li girtîgehê di dema hilbijartinan de bi awayekî vekirî piştgiriya we kiriye?” wiha bersiv daye:
“Ji ber piştgiriya Birêz Demîrtaşî û gotinên wî yên beriya 23yê Hezîranê min spasiyên xwe pêşkêşî wî kiribû. Ev helwest û tevger helbet ji bo me gelekî girîng in. Lewre ev gelek caran ji me hate pirsîn.
“Girtî ye lê çima girtî ye? Weke herkesî ez jî dixwazim vê fam bikim.
“Helbet heke derfet çêbibe ez dixwazim serdanê bikim. Lê ji bo hin siyasetmedaran hin rêzik hene.”
Demîr, Hevseroka HDPyê ya Stenbolê jî gotiye ku, “Ji ber li Tirkiyeyê cara yekem e tiştekî wiha dibe, ev serdan gelekî girîng e”. (AS/FD)