Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
4. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ji bo bersûcên bi doza Ergenekonê dihatin dadkirin biryara beraetê daye.
Rûniştina 10. a dadkirina 235 kesan hat pêkanîn. 12 sal in 235 bersûc bi sûcê “endambûna rêxistina [Ergenekonê]” dihatin dadkirin.
Ji nav bersûcan sê kesan ceza standiye. Osman Yıldırım, İsmail Sağır û Erhan Timuroğlu bi sûcê êrîşa rojnameya Cumhuriyetê û Dadgeha Şêwirmendîyê cezayê girtina mûebed standiye.
Alparslan Yildirimî jî bi pêkanîna êrîşa li Dadgeha Şêwirmendîyê cezayê girtina mûebed standiye.
Daîreya 16. ya Dadgeha Şêwirmendîyê dîyar kiribû ku li ser hebûna “rêxistina terorî ya Ergenekonê” ti telîlên berçav nînin ji ber wê divê doz ji binî ve bê betalkirin.
Dozgerê dozê gotiye:
“Nehatiye îspatkirin ku rêxistineka terorî ya bi navê Ergenekonê heye.”
DAdgehê jî biryar daye ku ji ber ku bi delîlên piştrastkirî nehatiye tespîtkirin ku rêxistineka bi navê Ergenekonê heye, çênabe ti kes bi rêberî û endambûna wê bêne sûcdarkirin. Çênabe li ser navê rêxistinê sûc hatibe kirin.
(AS/MB)