*Fotograf: Serokomarî/ Murat Çetinmuhurdar/ Japonya
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdoganî gotiye çêkirina projeya santrala enerjiyê ya Sînopê wê bisekine. Projeya navborî bi Japonyayê re dihate çêkirin û Erdoganî ev proje weke yek ji hedefên sala 2023yê diyar kiribû.
Erdogan ji bo beşdarî civîna serokên G-20ê bibe ber bi bajarê Osakayê yê Japonyayê ve derketibû rê. Civîn wê di 28 û 29ê Hezîranê de pêk bê.
Rojnameger Mûrat Yetkînî di bloga xwe ya şexsî de nivîsadiye ku beriya biçe Osakayê di 27ê Hezîranê de di rojnameya Nikkei ya Japonyayê de gotûbêja Erdoganî hatiye weşandin. Erdoganî di vir de gotiye ku ji ber semyanên dihatin texmînkirin zêde bûne, wan proje daye sekinandin.
Erdoganî wiha gotiye:
“Di projeya santrala enerjiyê ya nukleerî ya Sînopê de, tiştê ku me texmîn dikir û yên heta niha pêk hatine ne li gorî hev in. Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Siruştî û saziyên pêwendîdar bi awayekî hûr û kûr lêkolîna rapora xebata fizîbîlîteyê kiriye ku ji hêla japonan ve hatiye amadekirin.
“Me dît ku rewşa heyî him ji hêla samanan û him jî ji hêla pêvajoya pêşketinê li gorî hev nameşe. Cihê xemgîniyê ye ku pêşketina santrala enerjiyê ya nukleerî ya Sînopê ne li gorî dilê me ye.”
Heta niha derbarê avakirina santralê de gelek caran daxuyanî hatibûn dayîn. Japonan beriya niha bi demekê diyar kiribûn ku ew êdî nema li ser projeyê kar dikin. Her weha gotibûn wê ji niha û pê de Tirkiye daxuyaniyan bide. (HC/PT)