Fotograf: Ajansa Anadolûyê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî îdiayan li Stenbolê di dema dengdanê ya ji bo hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin de mafên dengdanê hatiye binpêkirin.
Îdiayên ku di çapemeniyê de hatine weşandin û li ser medyaya civakî hatine parvekirin ev in:
Li Beykoz û Uskudarê mohra “hilbijartina parlamenteriyê” li ser zerfan xistine
Mahmût Tanal, Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Stenbolê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha gotiye: “Li Uskudarê, di mohrên lijneya sendoqan ên li ser zerfan de nivîsa hilbijartina parlamenteriyê hatiye nivîsandin. Tikaye baldar bin”.
Üsküdarda zarflardaki sandık kurulu müdüründe milletvekili seçimi yazıyor...Lütfen azami dikkat ve özeni gösterelim... pic.twitter.com/p3FTP4D6oX
— Av.Mahmut TANAL (@MTanal) 23 Haziran 2019
Hatiye diyarkirin ku heman pirsgirêk li Beykozê jî çêbûye. Bariş Yarkadaş, Parlamenterê berê yê CHPyê biryara Lijneya Hilbijartinê ya Beykozê par ve kiriye û gotiye, “Ew pirsgirêka ku li ser zerfan ‘hilbijartina parlamenteriyê’ hatiye nivîsandin çareser bûye. Biryara derbarê qebûlkirina zerfan ev e…”
Di vê biryarê de hatiye gotin ku ev zerfên li ser wan “hilbijartina parlamenteriyê” hatiye nivîsandin wê bên qebûlkirin.
Kagithane
Li navçeya Kagithaneyê kesekî xwestiye ku li Dibistana Seretayî ya Ataturkê tevlî telefona xwe bikeve cihê dengdanê. Endamên lijneya hilbijartinê xwestine nehêlin ku ew kes bi telefonê bikeve kabînê. Zabitname hatiye nivîsandin.
Avcilar
Li Avcilarê hatiye îdiakirin ku li Dibistana Navîn a Ataturkê kesekî navê wî di lîsteya hilbijartinê de nîne, deng daye. Ji bo vê rewşê zabitname hatiye nivîsandin û dengê ku wê daye, hatiye betalkirin.
Şîşlî
Li gorî nûçeya İleri Haberê, li Şîşliyê komeke AKPyî li Dibistana Seretayî ya Mustafa Sarigulî bi gotina “xayinno” êrîş birine ser CHPyiyan. Diyar bûye ku êrîşkar hatine desteserkirin.
SON DAKİKA | Şişli Mustafa Sarıgül İlkokulu'nda AKP'li bir grup "vatan hainleri" diye bağırarak CHP'lilere saldırdı. Saldırganlar gözaltına alındı! #23HaziranSeçimlerihttps://t.co/XA158szGs7 pic.twitter.com/1UBshptE4l
— İleri Haber (@ilerihaber) 23 Haziran 2019
(TP/FD)