Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji bo hilbijartina Şaredariya Bajarê Stenbolê ya ku hatiye nûkirin, pêvajoya dengdanê saet di 08.00ê de dest pê kiriye. Dengdan wê heta saet 17.00ê berdewam bike.
Di hilbijartinê de wê 10 milyon û 560 hezar û 963 kes bikaribin dengên xwe li 31 hezar û 342 sindoqan dengên xwe bidin.
Hilbijêr wê dengên xwe ji bo Namzetê Rêkeftina Miletparêzan Ekrem Îmamoglû, yê Rêkeftina Komarparêzan Bînalî Yildirim, yê Partiya Saadetê Necdet Gokçinar, yê Partiya Vatanê Mustafa Îlker Yucel û namzetên serbixwe bidin.
Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Hilbijêran a Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ji Midûriyeta Giştî ya Serjimar û Karên Welatîbûnê wergirtiye, di lîsteya hilbijêran de ji bo 68 hezar û 17 kesan hatiye nivîsandin ku “nikarin dengên xwe bidin”.
Kesên ku wê nikaribin dengên xwe bidin ev in:
“33 hezar û 775 leşker, 8 hezar û 93 girtî, 4 hezar û 633 kêmendan, 21 hezar û 157 kesên mirî, 359 kesên ji welatiya Tirkiyeyê hatiye derxistin.” (TP/FD)
Fotograf: Ajansa Anadolûyê