Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rezan Sarica û Newroz Ûysal, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 12ê Hezîranê de çûne Girava Îmraliyê. Parêzer li vir bi Abdullah Ocalan, Rêberê PKKyê re hevdîtinek kirine ku li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê naveroka vê hevdîtinê bi daxuyaniyeke nivîskî weşandiye ku tê de mesaja Ocalanî heye.
Li gorî nûçeya ku di Ajansa Mezopotamyayê de hatiye weşandin, mesaja Ocalanî wiha ye:
“Weke Buroya Hiqûqê ya Asrinê me 12ê Hezîranê roja Çarşemê li Îmraliye li gorî mafên wî yên yasayî bi miwekilê xwe Birêz Abdullah Ocalanî re hevdîtinek kir. Di vê hevdîtinê de Brêz Ocalan berî her tiştî ji bo çalakgerên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de bûn û li ser banga wî dawî li çalakiya xwe anîbûn, spasî û silavên xwe pêşkêş kir. Dîsa nameya spasiyê ji bo wan şaniye.
“Birêz Ocalanî hewldanên hemû sazî û kesên di vê pêvajoyê de helwesta xwe diyar kirine bi nirx dîtiye û spasî û silavên xwe pêşkêş par ve kiriye.
“Di vê hevdîtina ku bi Birêz Ocalanî re pêk hatiye de bi kurtasî ev mijar derketin pêş: Dubare kir û got, dibe ku grevên birçîbûnê bên kirin lê divê weke rêbaza tekoşîna sereke neyê dîtin. Pozîsyona xwe bi gotina siyaseta jiyandinê nîşan û pênase kir û ev jî bi gotina jiyan û têkoşîna jiyandinê ya li dijî mirinê rave kir.
“Mirina trajîk a Hallaci Mansur mînak da û diyar kir ku li gel vê mirina trajîk Wî dest ji lêgerîna rastiyê bernedaye û bal kişand ser nirxên rastiya jiyanê. Got ku digel rewş û mercên tê de ye wî jî bi ti awayî dest ji têkoşîna lêgerînê ya edalet, azadî û rastiyê bernedaye û ew ê dest jê bernede.
“Ji bo aştiya birûmet di siyaseta demokratîk de israr dike”
“Birêz Ocalanî weke her wexta ku fersendê bi dest dixe di vê hevdîtinê de jî heta ji dest hat, behsa çavdêriyên xwe yên têkildarî pirsgirêkên polîtîk û civakî û rêyên çareseriya van pirsgirêkan kir. Me careke din çavdêrî li wî tiştî kir ku di helwesta xwe ya li ser bingeha siyaseta demokratîk û aştiya bi rûmet de bi israr e.
“Da zanîn ku weke nişaneke dîrokî tirk beyî kurdan û kurd jî bêyî tirkan nikarin bijîn. Dema li Mezopotamyayê kurd werin xelaskirin, li Anatoliyê li ser navê tirkîtiyê tu tişt namîne. Diyar kir ku hebûn û pêşketina kurdan û hebûna tirkan bi hev ve girêdayi ye. Divê li gorî vê rastiyê tev bigerin. Ev yekîtiya kurd û tirkan, wê rê li pêş jiyana aştî û demokratîk a gelên Rojhilata Navîn jî veke.
“Me dît ku çareseriya demokratik derdixe pêş ku divê ev li gorî guhertinen qanûnî û qanûna bingehîn bibin. Diyar kir ku veguherina demokratîk û hişmendî tenê dikare bi tevlêbûna hemû beşên civakê pêk bê.
“Destnîşan kir ku di tarza siyaseta heyî de valahiya bîrdozî û teorîk dibîne û bi tarza malbatî, ezbetî û eşîrî ne gengaz e ku siyaseta rast bê meşandin. Bibîrxist ku tiştê esas e û wê çareseriyê saz bike, siyaseta demokratîk e.
“Nirxandina xwe ya derbarê Gandhiyî de bibîr xist ku berê jî behs kiribû û gotibû, divê çareseriyên sivîl û afirîner bi pêş bixin. Bal kişand ser wî tiştî û got, pêdivî bi pêşxistina têkoşîna sivîl heye ku bi siyaseta muzakereyê û bi hêza aqil, polîtîk û çandî hatiye avakirin. Destnîşan kir ku dikarin bi vî awayî bingehê ji çareseriya demokratîk re saz bikin.
“Divê HDP rola xwe bilîze”
“Di mijara çareseriya pirsgirêkên civakî de pêşxistina hilberînê, afirînerî û li ser bingeha avakirinê şaredariyên demokratîk weke hewcedariyê anî ziman û da zanîn ku divê di van mijaran de HDP rola katalîzor a demokrasiyê bilîze.
“Her wiha dema ku hinek pirtûk û nivîskar dinirxand anî ziman ku ji bo wî ew sosyalîzmê esas e û li dijî dogmatîzmê, avakirinê bi pêş dixe. Diyar kir û got, ji bo wî ya girîng ew e ku li dijî hişmendiyên reel sosyalîzmê, ew wê nêrînê ji xwe re dike bingeh ku Rojhilata Navîn ji xwe re weke bignehê çaresiyê dibîne.” (EMK/FD)