Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Berbijarê serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yê Partiya Edalet û Pêşketinê(AKP) Bînalî Yildirim 6ê Hezîranê li Amedê di mîtîngekê de axivîbû û gotina “Kurdistanê” gotibû. Wî li Stenbolê diyar kiriye ku ew gotin ya Ataturkî ye.
Yildirimî di axiftina xwe de gotibû:
“Dema Meclîsa Mezin a Gelî ya Tirkiyeyê(TBMM) hatî avakirin di nav wan kesên Xazî Mustafa Kemal Ataturkî vexwendîn de wekîlên Kurdistanê jî hebûn.”
Li Stenbolê dema rojnamegeran jê pirsiye ka ji ber çi wî gotiye Kurdistan wî gotiye Ataturkî ji bo wan wekîlên herêmê yên ji beriya Komara Tirkiyeyê bê avakirin beşdarî “berxwedana serxwebûnê” bûyîn ev gotin gotiye.
Hêjayê gotinê ye ku serokkomar û serokê AKPyê Recep Tayyip Erdoganî 28ê Sibatê li Erzirûmê gotibû:
“Li welatê min herêmeka bi navê Kurdistanê nîne.”
(AS/MB)