Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Duh (30ê Gulanê) li Stenbolê, di saetên êvarê de komekê du caran li ser hev êrîşî konê hilbijartinê yê CHPyê kiriye.
Li gorî nûçeya ku di rojnameya Evrensele de hatiye weşandin, êrîş li navçeya Buyukçekmeceyê pêk hatiye. Di êrîşa pêşiyê de êrîşkaran dev avêtine kesên li bin konê CHPyê. Xortekî CHPyê bertek nîşanî wan daye û êrîşkaran li xortî dane.
Piştî vê êrîşê bi saetekê kesek hatiye û bi amûreke birînê konê hilbijartinê yê CHPyê qetandiye.
Huseyin Remzi Gokbulak, Serokê CHPyê yê navçeya Buyukçekmeceyê giliyê êrîşkaran kiriye û derbarê her du bûyeran de lêpirsînname hatiye amadekirin.
Canan Kaftancioglû, Seroka CHPyê ya Stenbolê derbarê bûyerê de wiha gotiye:
“Failên vê êrîşê, endamên desthilatdariya siyasî ne ku ji bo mirovên xwedî nêrinên cida yên siyasî bibin dijminên hev her tiştî dikin”. (AO/FD)