Îrfan Aktanî pirsên 34 rojnameger, hûnermend û nivîskaran ji Selahattîn Demirtaşî kirine. Wî bersiva wan li girtîgehê nivîsîye û şandiye. Du hûnermend û nivîskaran bi zimanê kurdî pirsa xwe jê kiriye û wî bi kurdîyê bersiv nivîsîye.
Hûn dikarin hemî pirsên bi zimanê tirkî bi vê dûvelankê bibînin.
Pirsa nivîskar û hûnermend Şener Ozmen û pirsa nivîskar û akademîsyen Selim Temoyî û bersiva pirsan li jêr e.
Şener Özmen (nivîskar, hûnermend): Zimanê me di bin xetereyeke mezin de ye. Gelo Demîrtaş, wek Demîrtaş, ji bo çareserkirina vê mijarê çi difikire? Divê em çi bikin?
Ez di zanim ku, gelê Kurd di pêvajoyên awarte diborînin. Li alîyekê de şer û zilm berdewam dike, li alîyekê de pevçun û berxwedan heye. Di wê pêwajoya dîrokî de hemû sîyasetmedarên, nivîskarên, rewşenbirên, hunermendên Kurd divê bi xwe re guh bidin. Pirsgirêka me ne tenê yêke. Nêzikê sed sale pirsgirêka çand, ziman, aborî, hevotîn, bêdewletî heye. Weke te di pirsa xwede anîye ziman, Kurd bi zimanê xwe napeyvin, nanivîsin, na axiwin. Ew jî pirsgirêka mezin e. Raste, dewleta Tirk zimanê me qedexe kirîye. Lê belê em jî bi pratîka xwe da piştgirîya wê qedexekirinê dikin. Di sedema wî halê berspirsiyara sîyasetmederan Kurd gelek zêdeye. Ji xwe ez jî wekî berpirsiyarim, wê baş di zanim. Ji ber wê yekê jî, her roj ez ser xêbatê li ser zimanê xwe dikim. Heke min bikarîba bi Kurdî binivîsînim, ezê gelekî şad bibam. Ew rexneya te ez baş fêm dikim mamoste. Lê belê, hêviya xwe sist neke. Em sîyasetmedar, nivîskar, hûnermend, xort û jinên Kurd hemû bi hevra bixebitin, emê inşellah bi serkevin. Rojekî ew pêvajoya awerte helbet dê xilas bibe, qet miraq neke. Xebatê li ser Kurdî wê xurttir bibe. Ez niha, bi mecburî bi Tirkî dinivîsînim. Lê armanca min ewe ku rojekê bi Kurdî jî binivîsîm. Pirtûka te bi navê Kale min xwest, ezê bi kêf bixwînim. Destê te sax be.
Selim Temo (Nivîskar, akademîsyen): Hevserokê birêz, silav. Axaftineka we a li Başûrê Kurdistanê tê bîra min, 9-10 sal berê. We di destpêka axaftinê de digot, “Ez Dimilî me, Kurmancîya min ne baş e.” Weke dizanim Kurmancîya we êdî baş e. Jixwe Dimilî/Kirmanckîya we baş bû. Gelo piştî ev zordestîya li ser we rabe û dengê we li qadan olan bide, em ê ji we peyv û hevokên bi Kurdî (çi Kirmanckî, çi Kurmancî) bibihîsin?
Mamoste Selîm, bi rastî ez bi dil û can dixwazim ku bi Kurdî him baş binivîsînim him ji bipeyvim. Wek tu di zanî, îro sê sal buye em du heval di hucreyekî piçukde di mînin. Ez u hevalê Abdullah Zeydan her roj li ser zimanê zikmakî dixebitin. Lê belê hevalê Abdullah jî zêde gramer nizane. Ew dikare axaftinê rojane bîne ser ziman, lê ewi jî qet li ser zimanê Kurdî ne xandîye û ne çuye dibistana Kurdî. Car caran em di navbera xwe de heneka dikin û dibejin “xwezî yek mamoste li ba me buya.” Lê em dîsa jî bi pirtûkan xebat dikin. Bi denga bilind em roman û çîrokan dixwînin, werger çê dikin û di navbera xwe da bi Kurdî diaxifin. Heke em rojekî derkevin derva, emê bi karin xebatekî baştir çêbikin li ser zimanê xwe. Dibe ku ew nivîsa min jî baş nebe. Ji ber vê yekê jî ez lêborîna xwe dixwazim. Li qasidîya te ez silavên xwe dişînim hemû rewşenbîrên Kurdan. Ev pirtûka te bi dawî nivîsandî bu, bi navê Horasan Kürtleri ji bo vê xebatê girîng, ez ji te ra li ser navê hemu gelê Kurd gelek spas dikim.
Seroka Weqfa Ragihandinê ya IPSyê Nadire Materê jî ji Demirtaşî pirsiye gelo heke ew bibûya berbijarê serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê slogana wî dê çi bibûya. Demirtaşî gotiye wî dê neynik daniya reklamgehan û binivîsîya "Şaredarê/a nû ya/yê Stenbolê. Ka werin ji nêzîktir ve lê binêrin."
(MB)