Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokkomar, Recep Tayyîp Erdoganî li bernameya fetarê gotiye: “Hûnermend bi hûnera xwe diaxivin, şelaqiya ti kesan nakin.”
Metirsî
23yê Hezîranê hilbijartina birêvebiriyên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dê ji nû ve bê kirin. Erdoganî li ser vê yekê gotiye:
“Heke di demekê de ku divê hibijartin bê kirin, pêşiya wê bê astengkirin hingê demokrasî di metirsiya têkçûnê de ye.”
“Qasî serê derziyê...”
Hin hûnermendan piştgiriya bangeşeyên ji bo hilbijartinê ya Ekrem Îmamoglûyî kiribûn. Erdoganî li ser vê yekê daxuyand ku wan hûnermendan “şelaqî kiriye.”
“Ez qasî serê derziyê jî bawer nakim ku ew kesên deng ji sindoqan dizîn bikarin piştgirên gelî bin.”
Erdoganî daye zanîn hilbijartin “li derekê bê kirin li wê derê demokrasî heye.”
“Taliya paşiyê her kes dê bibînin ku Tirkiye bi demokrasîyê tê birêvebirin.”
(TP/MB)