Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) biryar girtiye ku hilbijartina Stenbolê were nûkirin. Hilbijartina herêmî 31ê Adarê pêk hatibû.
Recep Ozel, nûnerê AKPyê yê li YSKyê biryara ku hatiye dayîn li ser hesabê xwe yê medyaya civakî par ve kiriye. Ozelî gotiye, “Hilbijartina hilbijartina Stenbolê wê were nûkirin. Bila pîroz be…”
Ozelî her weha diyar kiriye ku hilbijartin wê 23yê Hezîrana 2019ê pêk bê.
Piştî hilbijartina 31ê Adarê AKP û MHPyê ji bo nûkirina hilbijartina li Stenbolê serî li YSKyê dabû. Di hilbijartina Stenbolê de Ekrem Îmamoglû, namzetê rêkeftina Milet a CHP û İYİ Partiyê saz kiribû, 4 milyon û 169 hezar û 765 deng wergirtibû û bûbû Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê. Namzetê AKPyê Bînalî Yildirimî jî 4 milyon û 156 hezar û 36 deng bi dest xistibû.
Îro di dengdanê de 4 endamên YSKyê dengên neyênî, 7 endaman jî yên êrênî dane. (EKN/FD)