Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li bajarê Enqereyê serokê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Kema Kiliçdaroglû beşdarî rêûrismên binaxkirina leşkerekî bûye. Di rêûrismê de hin kesan êrîşî wî kirine.
CHPyê ragihandiye ku piştgir û endamên partîyê dê li 81 bajaran vê yekê şermezar bikin.
Pêşiyê Lijneya Birêvebiriya Navendî ya CHPyê kom bûye û paşê biryar daye ew ê dest bi çalakiyan bikin.
CHPyê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî peyama “li dijî êrîşa li serokê me yê giştî hatî kirin em ê li 81 bajaran bi awayê di heman demê de daxuyaniyekê bixwînin.”
Daxuyaniya navborî dê siet 12.00ê bê xwendin.
Çi bûbû?
Li ser sînorê Tirkiye-Iraqê çar leşker hatiye kuştin. Rêûrismê binaxkirina leşkerê bi navê Yener Kırıkçı li bajarê wî, Enqereyê hatibû kirin. Serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglû beşdarî rêûrismê bûbû.
Komekê pêşiyê dirûşmên “bila PKK(Partiya Karkerên Kurdistanê) derkeve” gotibû. Paşê li benda Kiliçdaroglûyî mabûn ku ew ji cihê rêûrismê derkeve. Dema derketî êrîşî wî kiribûn.
(TP/MB)