Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Navenda Giştî ya HDPyê ya li Enqereyê civiya ye. Civîn bi axavtina Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya HDPyê dest pê kiriye.
Bûldanê wiha gotiye:
“156em roja greva birçîbûna xoşevîst Leyla Guvenê ye. Îro him li girtîgehan him jî li derve bi hezaran mirov ketine greva birçîbûnê. Bi vê re, ev grevên birçîbûnê hatine qonaxeke xetere ku dixwazin balê bikişînin ser pirsgirêka tecrîdê, ya yek ji rojevên bingehîn ên Tirkiyeyê û ev tecrîd bi dawî bibe û bihêlin Birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bike. Bi taybetî divê ez bînim ziman ku li hemberî vê bêdengiyeke mezin heye”.
“Saziyên jinan wê ji nû ve vebin”
“Me di belavoka xwe ya hilbijartinê de gotibû, hevalên me yên bên hilbijartin wê wan bajaran bikin bajarên jinan. Îro jî wê hevaşeradarên me yên jin wê xebatên girîng bikin. Hevşaredarên me yên jin wê saziyên me yên jinan ên ku ji hêla kayûman ve hatine girtin vekin û wê hejmara wan zêdetir bibin.
“Hîna hin mezbate nehatine dayîn”
“Zêdetirî 10 rojan e ku hilbijartin qediya ye. Digel vê rewşê hîna jî li hin cihan mezbate nehatine dayîn. Mezbateya Heşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê û yê Mêrdînê hîna nedane. Ew daxwaznameya ku AKPyê ji bo Mêrdînê pêşkêş kiriye, gelekî komîk e… AKPyê daxwaznameyek pêşkêş kiriye û tê de gotiye, pirsgirêkên tenduristiyê û yên ixtiyariyê yên Ahmet Turkî hene. Gotine, ji ber ku Ahmet Turk ixtiyar e, bila mezbateyê bidine wan. Ma hûn dibêjin ewqas hêsanî ye?” (EMK/FD)