Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) duh biryar girtibû û gotibû, ew ê mezbateyên wan şaredarên HDPyê nedin ku di encama Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan (KHK) de hatine ixrackirin. YSK wê mezbateyan bide manzetên rêza duyem ku ew jî namzetên Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ne.
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî vê biryarê, li Enqereyê li ber avahiya YSKyê civîneke çapemeniyê çêkirin.
Mîthat Sancar, Parlamenterê HDPyê yê Mêrdînê biryara YSKyê bi van gotinan şîrove kiriye: “Ne tiştekî wisa ye ku li gorî aqil, hiqûq û exlaqî bê nirxandin”.
Sancarî diyar kiriye, YSK rola xwe bi awayekî mezin ji dest berda ye ku diviya weke saziyeke serbixwe ewlehiya hilbijartinê saz bikira. Sancarî wiha gotiye:
“Em ê giliyê wan li gel HSKyê bikin”
“Em ê serî li rêya îtîraza awarte bidin. YSKyê di pêvajoya lêkolîna şertên namzetiyê ya namzetên bi KHKyan hatine ixrackirin de wezîfeya xwe pêk neaniye. Heke ev ji ber kêmasiyekê be, divê bê aşkerekirin.
“Lêkolîna vê meseleya ku gelo ev ihmalkariya endamên YSKyê ye yan ji zanebûn kirine, karê Lijneya Dadwer û Dozgeran (HSK) ye. Ji ber ku endamên YSKyê dadwer in. Em ê li gel HSKyê giliyê endamên YSKyê bikin. Sedema vê dijhiqûqiyê çiye, ji ber çi sedemê ev rewş derkitey holê ku li dijî Destûra Bingehîn, qanûnan û mînakên biryaran e? Gelo bi zanebûn hatiye kirin an jî ihmalkarî heye?”
“Li 26 cihan mezbate nayên dayîn”
“Ji bilî vê li 26 cihan hîna mezbateyên namzetên me nadin wan. Di serî de mezbateya Ahmet Turk, Şaredarê Bajarê mezin ê Amedê nadin wî. Dîsa mezbateyên Hevşaredarên me yên Amedê nehatine dayîn. Li gel van mezbateyên li 24 navçeyên din nehatine dayîn.”
“YSKyê li şûna Meclîsê tevdigere, li şûna piştevanên Destûra Bingehîn kar dike. Wezîfeya xwe bi xerabî pêk aniye. Derbeyeke mezin li ewlehî û dahatûya hilbijartinan xistiye. Em ê heta dawiyê bişopînin”.
Li 6 navçeyan wê mezbateyan bidin namzetê rêza duyem
Li şeş navçe û bajarokan, HDPyê kesên ku di encama KHKyan de hatine ixrackirin weke namzetên xwe nîşan dabû. Li van deran namzetên AKPyê di rêza duyem de derketine.
Çi bûbû?
Lijneya Bilind a Hilbijartinan(YSK) duhî biryar daye ku ew kesên ku bi KHK(Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan de) ji karê xwe hatîn avêtin nikarin bibin şaredar.
Bixwîne - "Yên bi KHKyan ji karî hatîn avêtin, nikarin bibin şaredar"
Ew kesên ku bi KHKyê ji karê xwe hatîn avêtin bûbûn berbijarên hişaredariyan û di hilbijartinê de hatibûn hilbijartin.
YSKyê diyar kiriye ku “Ew kesên bi vî rengî ji karê xwe hatîn avêtin nikarin di karên civakî de bibin wezîfedar, çênabe di sazîyên civakî de cih bigirin.”
Hemî endamên YSKyê ji bo vê biryarê dengê erê dane.
Bi piraniya dengên endaman herweha biryar hatiye dayin ku “mezbete dê ji bo kesê/a duyem bê dayin.”
Şeş şaredarî dê ji HDPyê biçe ji AKPyê re
Çar endamên YSKyê jî fikra xwe ya li dijî biryarê diyar kirine. Wan daye zanîn ku divê li wan cihên ku kesên bi KHKyê ji karî hatîn avêtin bi ser ketine divê dîsa hilbijartin bê kirin.
Cihên ku berbijarên “KHKyî” lê bi ser ketine:
Amed, Baglar Zeyyat Ceylan, ji sedî 70.34 (HDP), di rêza duyem de Hüseyin Beyoğlu (AKP), ji sedî 25.46 deng standine.
Wan, navçeya Tuşpa, Yılmaz Berki ji sedî 52,93 deng standine di rêza duyem de Salih Akman ji sedî 39.37 deng standine.
Wan, Artemêt Gülcan Kaçmaz Sayyiğit(HDP) ji sedî 53.81, deng standine, İsmail Say (AKP) ji sedî 41.79 deng standine.
Wan, Bazîdaxa, Leyla Atsak(HDP) ji sedî 53, deng standine , Şefik Ensari(AKP), ji sedî 43.43 deng standine.
Erzirûm, Tatos, Müzahit Karakuş(HDP) ji sedî 48.53, Mustafa Ergin (AKP) ji sedî 46.50 deng standine.
Qers, Dîgor, nehiyeya Dagpinarê Abubekir Erkmen(HDP) ji sedî 54.25, Ömer Vargün(AKP) ji sedî 44.43 deng standine. (AS/FD)