Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Gultan Kişanakê di nivîseka xwe ya li Yeni Yaşamê hatî weşandin diyar kiriye ku divê partiya desthilat û mixalefet peyama gelî baş fêm bike, analîzan bike û li gor wê tev bigere.
“Niho, AKP dixwaze bila li gor rastiyan rewşê fêm bike, an jî heke bixwaze bila baweriya xwe li virên xwe bîne.
“Heke neke dê baş be”
“Lê bila bi wî şêweyê ku wek henekan li hiş û mejiyê mirovan dike bila tev negere. Heke ew têkçûna xwe ya li bajarên mezin bi ‘guvaja rêxistinê’ ve eleqedar neke dê baş bibe.
“Encamên hilbijartinan nîşan dide ku polîtîkaya paşxistina desthilatê ya HDPyê nemaze li bajarên mezin bi ser ketiye.
“Ez hêvî dikim ku CHP jî nekeve hewayeka welê ku wek du partî hebin, li bendê be partî li dora AKP an CHPyê kom bibin.
“Gelî karê xwe kir dora we ye...”
*Gultan Kişanak, salên 2007-2011ê parlamenter bû, salên 2009-2011ê bûye hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Ji 30ê Çiriya Pêşiyê ya 2016ê ve di girtîgehê de ye.
(HK/MB)