Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rêya parêzerên xwe pirsên DW Tirkiyê bersivandiye. Demîrtaş li Girtîgepa Cureya Fyê ya Edirneyê tê girtin.
Demîrtaşî di bersivên xwe de gotiye ku “Encam ji bo eniya desthilatdariyê têkçûn e”.
Demîrtaşî diyar kiriye ku hilbijartin ne di nava şert û mercên wekhev û adil de çêbûye û partiyên mixalif, bi taybet jî HDPyê kampanyeya xwe ya hilbijartinê di bin fişar û gefan de meşandiye. Demîrtaşî wiha berdewam kiriye:
“Digel vê rewşê, encama ku derketiye holê ji bo desthilatdariyê têkçûne. Eniya mixalîf bi van hilbijartinan re vebijarkeke demokratîk saz kiriye. Ez vê gelekî girîng û bi wate dibînim.
“Li vir rola HDPyê berbiçav e. Kedeke mezin a her hevalekî min di vê serkeftinê de heye ku bi şev û roj û bi fedakarî kar kirine. Siyasetmedarên HDPyî di serî de, ji bo hemû hilbijêrên me, ez spasiyên xwe ci dil û can pêşkêş dikim.
“Digel ku ez li girtîgehê me, heke roleke min a biçûk jî çêbûbe ez ê bextewar û şanaz bibim. Ev serkeftina HDPyê ye. Şaş e ku weke serkeftina min bê dîtin. Lewre ez jî HDPyî me.” (EMK/FD)