Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Partiya Edalet û Pêşketinê(AKP), ji Lijneya Bilind a Hilbijartinan(YSK) xwestibû dengên li 31 navçeyên Stenbolê hatîn dayin ji nû ve bêne jimartin. YSKyê ev daxwaza AKPyê red kiriye.
Herweha AKPyê xwestibû, li navçeya Buyukçekmeceyê hilbijartin dîsa bê kirin. Nûnerê YSKyê Ismet Ozelî diyar kir ku ew ê ji bo Buyukçekmeceyê îro biryarê bidin.
Berpirsê hilbijartinan yê AKPyê, Ali İhsan Yavuzî diyar kiribû ku ew ê ji 38 navçeyên Stenbolê îtiraza encamên hilbijartinê bike.
(HK/MB)