Ji bo nûçeya tirkî (1) (2) (3) / ingilîzî (1) (2) (3) bitikîne
Mansûr Yavaşê ku weke Şaredarê Bajrê Mezin ê Enqereyê hatiye hilbijartin, li Edliyeya Enqereyê mezbateya xwe standiye.
Namzetê Enqereyê yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Mansûr Yavaşî li gorî encamên Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) milyon û 662 hezar û 163 deng wergirtiye (ji sedî 50,93), namzetê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Mehmet Ozhasekî jî milyon û 537 hezar û 694 deng standiye (ji sedî 47,12).
Yavaşî 124 hezar û 489 deng ji Ozhasekiyî zêdetir wergirtiye. 99 hezar û 229 deng jî hatine betalkirin.
AKPyê roja 1ê Nîsanê serî li lijneya hilbijartinê ya navçeyan dabû û îtiraz li van encaman kiribû.
Lijneyan ji 25 navçeyan, ji bo navçeyên Altindag, Bala, Çamlidere, Çûbûk, Evren, Keçîoren, Kizilcahamam, Polatli, Pûrsaklar, Şereflîkoçhîsar û Sîncanê biryar girtibû ku dengên betalkirî yên AKPyê ji nû ve bijmêrin. Lê îtiraza ji bo 14 navçeyan qebûl nekiribû.
Di encama van jimartinan de AKPyê tenê 1807 deng wergirtibû.
Li ser vê rewşê AKPyê 7ê Nîsanê serî li Lijneya Bilind a bajêr debû. Lê lijneyê di saetên êvarê de ev daxwaz qebûl nekiribû û biryar girtibû ku Mansûr Yavaş bi ser ketiye.
Tûnç Soyerî jî mezbateya xwe standiye
Li Îzmîrê jî namzetê CHPyê Tûnç Soyerî mezbateya xwe wergirtiye û bi awayekî fermî bûye Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê.
Soyerî bûye 35em şaredarê Îzmîrê.
Di vê navberê de CHPyê li Stenbolê serî li Lijneya Hilbijartinê ya bajêr daye û xwestiye ku li gorî Qanûna hejmar 2972yê mezbateya Ekrem Îmamoglûyî bidine wî.
Canan Kaftancioglû, Seroka CHPyê ya rêxistina Stenbolê di daxwaznameya xwe de diyar kiriye ku li gorî zabitnameyan, dengên herî zêde kê bi dest xistibe ew dibe şaredar û li gorî qanûnan divê mezbateyê bidin Ekrem Îmamoglûyî. (EKN/HK/PT/FD)