Ji bo nûçeya tirkî (1) (2) / ingilîzî bitikîne
Ajansa Nûçeyan a Demîrorenê, pêşiyê nûçeyek belav kiriye û tê de got ku li gorî daneyên Lijneya Bilind a Hilbijartinê, Ekrem Îmamoglû, namzetê Rêkeftina Milet, di pêş de ye. Lê piştî demekê ev nûçe ji ser malperê hatiye rakirin.
Îmamoglû di pêş de xuya dikir
Ajansa Nûçeyan a Demîrorenê saet aşkere kiriye ku li gorî daneyên Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ên saet 09.00ê Ekrem Îmamoglû, namzetê Rêkeftina Milet, di pêş de ye.
Li gorî nûçeya DHAyê YSKyê ev dane par ve kirine:
Hejmara sendoqan: 31 hezar û 186
Sendoqên ku hatine vekirin: 31 hezar û 87
Rêjeya sendoqên ku hatine vekirin: Ji sedî 99,68
Hejmara Dengan
Ekrem Îmamoglû – 4 milyon û 157 hezar û 237
Bînalî Yildirim: 4 milyon û 130 hezar û 49
Rêjeya Dengan
Ekrem Îmamoglû: Ji sedî 48,80
Bînalî Yildirim: Ji sedî 48, 48
AA zanyariyan par ve nake
Ajansa Anadolûyê (AA) herî dawî saet di 23.21 deqîqeyan de dane par ve kirine û piştî vê êdî nema par ve kiriye.
Îmamoglû: Ez hêvî dikim wê YSK li gorî hiqûqê gavan bavêje
Di vê navberê de Ekrem Îmamoglû, vê sibê cara 11em daxuyanî daye. Îmamoglû saet di 08.15ê de derketiye kanala Fox TVyê û derbarê hilbijartinê de axivî ye:
“Dad, YSK gelekî girîng e. Ji gavên ku YSKyê avêtine yên ku ez rexne bikim nîne. Ez hêvî dikim ku îro û di rojên pêş de hiqûq çi pêwîst dike dê wan tiştan bikin.”
AKP: Em li Stenbolê bi ser ketine
Bayram Şenocak, Serokê AKPyê yê rêxistina Stenbolê destê sibehê daxuyaniyek daye û gotiye ku Binalî Yildirim li Stenbolê bi ser ketiye.
Şenocak wiha axivî ye: “Zêdetirî 290 hezar dengên ku hatine betalkirin hene. Beşeke mezin ji van dengan li wan navçeyên ku em li pêş bûn derketine. Li gorî daneyên di destên me de bi 3 hezar û 870 deng zêdetir wergirtiye û li Stenbolê em bi ser ketine.”
AA: Wê dengên betal bên hejmartin
Ajansa Anadolûyê vê sibê nûçeyek weşandiye û îdia kiriye ku “li Stenbol, Enqere û Îdirê wê îtiraz ji bo dengên betal li gel lijneya hilbijartinê ya bajar û navçeyan bên kirin û li gorî vê encamê wê ev deng careke din bên hejmartin”. (TP/AS/FD)