Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Karên Navxweyî ragihandiye ku di pêvajoya hilbijartina 31ê Adarê de çar welatî mirine. Du welatî di dema hilbijartinê de, du welatî jî ji pêşiya dema hilbijartinê ji ber bûyerên hilbijartinê mirine.
Bixwîne - Li Meletiyê du wezîfedarên Partiya Saadetê hatine kuştin
Li gor daxuyaniya wezaretê di dema dengdanê de 310 bûyer pêk hatine.
Wezaretê ragihandiye ku 5 kes ji beriya hilbijartinê û 12 kes di dema hilbijartinê de mirine.
Li Meletiyê du wezîfedarên Partiya Saadetê hatine kuştin
Li navçeya Poturgeyê ya Meletiyê, di dema dengdanê de pevçûn derketiye û du kes bi çekan hatine kuştin.
Bûyer vê sibê li dibistana seretayî ya Bolunmezê ya navçeya Poturgeyê, saet di 10.30 deqîqeyan de çêbûye. Hatiye diyarkirin ku di dema dengdanê de di navbera du koman de pevçûn derketiye. Li gorî nûçeyên hatine weşandin, Hasan Aktaş û Ilyas Aktaş bi çekan hatine kuştin.
(TP/MB)