Hevserokê berê yê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) bi rêya hesabên xwe yên medyaya civakî bangî hilbijêran kiriye ku ew biçin dengê xwe bidin.
Demirtaşî hefteya borî jî peyamek ji rojnameya Yeni Yaşamê re şandibû û xwestibû hilbijêr dengên xwe bidin.
Peyamên Demirtaşî li ser hesabên wî yên medyaya civakî hatine weşandin. Wî gotiye:
“Dema borî yek arî ne bêqîmet e. Divê em demên borî, tiştên me dîtîn û hatîn serê me ji bîr nekin. Lê dema bê girîngtir e. Ji bo siberojeka baştir, ez bangî hemî hilbijêrên me dikim ku bila piştgiriya stratejiya HDPyê bikin.
“Yên ku encama vê hilbijartinê dê diyar bikin hûn in.”
Daîreya Mezin dê li doza Demirtaşî binêre
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê 20ê Çiriya Paşiyê(meha 11.) dabû zanîn ku divê Demirtaş serbest bibe.
Tirkiyeyê îtiraz kiribû. Wezareta Dadê ragihandibû ku dadghê îtiraza Tirkiyeyê qebûl kiriye.
Parêzerê Demirtaşî, Mahsunî Karamanî jî ji bianetê re gotibû heman dadgehê daxwaza wan a temyîzê jî qebûl kiriye.
Daîreya Mezin dê 18ê Îlonê biçive û li doza Demirtaşî binêre .
(AS/MB)