Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parlamentoya Ewropayê (PE) duh li Strasbourgê di civata xwe ya giştî de biryar girtiye û xwestiye ku bila gotûbêjên di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê (YE) de werin sekinandin.
622 parlamenter beşdarî civînê bûne. 370 parlamenteran dengê erê, 109 parlamenteran jî dengên na dane. 143 parlamenter jî bêbiryar mane.
Di biryarê de hatiye xwestin ku ji ber binpêkirinên giran ên derbarê mafên mirovan de bila gotûbêjên di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de yên derbarê endamtiya Tirkiyeyê de bên sekinandin. Her weha bang li Komisyona Ewropayê û Konseya Yekîtiya Ewropayê jî hatiye xwestin.
Biryar weke pêşniyarekê ye û ti berpirsiyariya wê nîne. Civîna Konseya Hevkariyê ya YE û Tirkiyeyê wê 15ê Adarê (sibe) li Brukselê çêbibe. Biryar wê li vir bê nîqaşkirin.
“Di mijara demokrasî û mafên mirovan de bi paş de ketin heye”
Rapor ji hêla Kati Piri, parlamentera hollandî ya sosyal demokratan û raportora Tirkiyeyê ya PEyê ve hatiye amadekirin. Di raporê de hatiye diyarkirin ku li Tirkiyeyê di warê demokrasî, mafên mirovan û dewleta hiqûqê de “bi paş de ketin” heye. Di raporê de her weha behsa mijara guhertina Qanûna Destûrî hatiye kirin û guhertinên di Qanûnê de weke hinceta sekinandina gotûbêjan hatiye nîşandan.
PEyê par di biryara xwe ya derbarê Tirkiyeyê de diyar kiribû ku heke guhertinên di Qanûna Bingehîn de weke xwe bimînin ew ê bixwazin ku gotûbêj bi awayekî fermî bên sekinandin.
Di biryara PEyê de li gel daxwaza sekinandina pêvajoya gotûbêjan du tiştên din jî hatiye xwestin. Hatiye gotin ku bila têkiliyên di navbera Tirkiye û YEyê de “li gorî şirîkiyeke bi bandor ji nû ve bê diyarkirin”.
Dîsa hatiye xwestin ku hemû berpirsiyariyên siyasi yên nû ên di navbera Tirkiye û YEyê de bi demokrasî, raseriya hiqûqê û rêzgirtina ji mafên bingehîn ve bên girêdan.
PEyê bal kişandiye ser biryara derbarê Demîrtaşî de
PEyê daxwaza serbestiya parlamenteran kiriye ku ji ber axavtinên xwe yên di dema parlamenteriyê de kirine hatine girtin.
Dîsa bal kişandiye ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ku digot bila Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê serbest bimîne. PEyê mesajên ku Enqereyê li dijî vê biryarê dane şermezar kiriye û ji welatên YEyê xwestiye ku vê biryarê bişopînin.
Berdevkê AKPyê Çelîk: Em paş de ji we re dişînin
Omer Çelîk, berdevkê AKPyê li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê biryarê de wiha nivîsiye:
“Ji hêla me ve ev biryareke bênirx, bêhukim û bêmane ye. Ev biryara bêmane dide xuyakirin ku PE êdî ketiye bin kontrola îdeolojiya rastgiriyê ya tundkar.
“Ti hukmeke vê nota PEyê daye nûne ku xwe radestî nijadperestiyê kiriye. Em bang li PEyê dikin. Em vê raporê paş de ji we re dişînin”. (AS/FD)