Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) programa xwe ya Newrozê aşkere kiriye. Li gorî vê programê HDP wê li neh bajaran Newrozê pîroz bike.
Li gorî bernameya ku hatiye aşkerekirin, 21ê Adarê roja Pêncşemê HDP wê li van bajaran Newrozê bi awayekî girseyî pîroz bike:
Amed, Wan, Şirnex, Cizîr, Nisêbîn, Midyat, Êlih, Tetwan, Deq, Pirsûs, Silopya, Gever, Edene, Agirî, Antalya, Dîlok, Aydin, Bodrûm, Bûrsa, Çanakkale, Hatay, Îzmîr, Manîsa, Mêrsîn, Cîhanbeylî.
Newroz li Stenbol ê Datçayê wê 24ê Adarê roja yekxemê bê pîrozkirin.
Hevseroka Giştî ya HDPyê Pervîn Bûldan wê beşdarî bernameyên li Stenbol û Amedê, Hevserokê Giştî yê HDPyê Sezaî Temellî wê beşdarî ya li Wanê bibek.
Ji bo hilbijartinê wê 9 mitîngan çêbike
HDP her weha ji bo xebatên xwe yên hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê wê li neh bajaran mitîngan çêbike.
Bernameya mitîngên HDPyê wiha ye:
25ê Adarê: Çewlîg
27ê Adarê: Wan – Mûş
28ê Adarê: Agirî
29ê Adarê: Colemêrg – Amed – Îdir
30ê Adarê: Şernex – Dep
Pervîn Bûldan wê beşdarî mitîngên li Çewlîg, Mûş, Agirî û Îdirê, Sezaî Temellî jî wê beşdarî yên li Amed û Şernexê bibe. (EKN/FD)