Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Lijneya Rêvebiriya Navendî ya HDPyê (Partiya Gelan a Demokratîk) û Meclîsa Jinan ya HDPyê bersiva gotinên Suleyman Soyluyî dane.
HDPyê diyar kiriye ku:
"Ew kesê wek mîlîtan wek bela-kirê AKPyê (Partiya Edalet û Pêşketinê) kar dike. Ev demek e dest ji edeba mirovatiyê û edeba siyasetê berdaye.
"Em şermezar û protesto dikin"
"Ne mimkin e ku em xwe bixin di asta wî kesê ku careka dî heqaret li Pervin Buldan û Sezai Temelli kiriye û ew kirine hedef de. Em vê bêheqîyê careha dî şermizar dikin û protesto dikin.
"Sûcê nijadperestiyê dike"
EW kesê ku ji bo AKP-MHPyê wek berdevkê dijminatiya kurdan kar dike. Her roj li şûna propagandayê heqaretê li kurdan û jinan dike. Sûcê nijadperestiyê dike.
Suleyman Soyluyî çi gotibû?
Wezîrê Kkarên navxweyî, Süleyman Soylu li navçeya Tireyê ya Izmîrê gotibû:
"Pervin Buldan nerm dixweyî lê ziman-jehir e. Ew dibêje ew ê ji bo bilindkirina berxwedana xwe ya 40 salan biçin ser sindoqan. Ji beriya 40 salan çi hatibû avakirin? PKK hatibû avakirin. Dixwaze ji bo wan kesên bi wan re ye bibêje xema wan îdiayên PKKyê ye. Ma ew der bi tenê 40 salî ye. Jina nezan.