Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji bo civîna Komîsyona Têkoşîna li Dijî DAIŞê nûnerên 79 welatan çûne Washingtona DYAyê(Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê). Di civînê de serokê DYAyê Donald Trumpî gotiye “hefteya bê dê bê eşkerekirin ku ji sedî sedê herêma di destê DAIŞê de bû hatiye azadkirin.
Trumpî gotiye:
“Dema ku ez bûm serok, li Sûriyeyê DAIŞ ji kontrolê derketibû. Wan êrîşî her deran dikir. Ji hingê heta niho, nemaze di van pênc hefteyên paşiyê de em gelekê bi pêş de çûne. Di demekê nêzîk de xîlafet dê bê tinekirin. Ji beriya du salan nedihat fikirîn ku ev yek dê pêk bê.”
(PT/MB)
"The United States military, our coalition partners, and the Syrian Democratic Forces have liberated virtually all of the territory previously held by ISIS." pic.twitter.com/vccSS30SMP
— The White House (@WhiteHouse) 6 Şubat 2019
*Çavkanî: Politico