Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokkomarê Fransayê, Emmanuel Macronî îlan kiriye ku 24ê Nîsanê Roja Yadkirina Qirkirina Ermenîyan e.
MAcron beşdarî bernameya xwarinê ya Konseya Koordînasyona Rêxistinên Ermeniyan(CCAF) bûbûb û diyar kiribû ku 24ê Nîsanê dê wek Roja Yadkirina Qirkirina Ermenîyan bê îlankirin.
Herweha Macronî eşkere kiriye ku li ser bûyerê wan serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî agehdar kiriye.
Fransayê ajatina 1915ê di sala 2001ê de wek qirkirinê nas kiribû. Li gor biryareka parlamentoya Fransayê(sala 2011ê) ew kesên qirkirina ermeniyan înkar dikin dê cezayî bixwin.
Qirkirina ermeniyan sala 2012ê bûbû yek ji mijarên kitêbên perwerdekirinê yên dibistanên Fransayê.
(HK/MB)