Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Almanya, Fransa, Brîtanya, Îspanya, Portekîz, Hollanda û Belçîkayê ji serokê Venezûelayê Nicolas Maduroyî xwestibû ew di 3yê Sibatê de hilbijartineka pêşwext pêk bîne lê Maduroyî ya wan nekiriye.
Maduroyî j televizyona La Sexta re gotiye:
“Em bi tenê li welatê xwe dijîn û em naxwazin ti kes xwe bikin di nav karên navxweyî yên welatê me de.
“Ti kes nikarin ûltînmatoman bidin me. Yên bixwazin ji Venezuelayê biçin dikarin biçin.”
Serokê Dewlwtên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) ji CBSyê re gotiye di nav “bijartinan” de operasyona leşkerî jî heye. Trumpî gotiye:"çêdibe em leşkeran jî bişînin"
Çî bûbû?
Piştî ku serokê Meclîsa Neteweyî ya Venezuelayê, Juan Guaido îlan kir ku ew serokê dewletê yê demkî ye krîza siyasî dest pê kiribû.
Serokê dewletê yê niho Nicolas Maduroyî serokatiya Juan Guaidoyî qebûl nekiriye. Tirkiyeyê piştgiriya wî kiribû.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê piştgitriya Juan Guaidoyî kiribû.
Guaidoyî gotiye polîsan bi ser mala wî de girtiye. Amerîkayê ji bo ticareta zêran a bi Venezuelayê re Tirkiye hişyar kiriye ku divê pê re ticaretê neke. Parlamentoya Ewropayê Guaido wek serokê demkî yê Venezuelayê nas kiriye.
*Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ceza dabû Venezuelayê û qedexe kiribû ku ew ticareta zêran bike. Tirkiyeyê sala 2018ê 20 ton zêr ji wê dewletê kiriye. Amerîkayê Tirkiye hişyar kiriye ku divê ew zêran nekire.
*Berpirsiyarîya hêzên polîsan diyar kiriye ku wan bi ser mala Juan Guaidoyî de negirtiye.
*Endên Parlamentoya Ewropayê ji bo naskirin an nenaskirina serokê nû yê Venezuelayê deng dane û bi zêdebûna dengên erê wan Juan Guaido wek serokê nû yê demkî qebûl kiriye.
* Juan Guaidoyî ji Çîn û Rûsyayê xwestiye ew bi hev re bicivin.
(PT/MB)