Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê Tayyîp Erdogan, di bernameya hevbeş a TRTyê de axivî ye. Erdoganî derbarê pêşketinên li Sûriyeyê de nirxandin kiriye.
Beşek ji axavtina Erdoganî wiha ye:
“Em ê di 14ê mehê de li Soçiyê bi Birêz Pûtînî re bicivin. Ez wisa hêvî dikim ku wê bibe sedema karekî baş.
“Pêvajoya li Sûriyeyê, Cerablûs, Efrîn Idlib her roja ku diçe baştir dibe. Li van herêman bi paş de veger heye û bila derfeta gelê Sûriyeyê çêbibe ku bikaribin vegerin ser xaka xwe.
“Ez hêvî dikim ku DYA wê vegere”
“Em ê her gavê li cem gelê Sûriyeyê bin. Birêz Trump soz daye ku ew ê ji rojhilatê Firatê vekişin.
“Ez hêvî dikim ku vê di demeke kurt de çareser bikin. Lewre em naxwazin di bin gefan de bijîn. Ji ber wê jî gava ku em mînakên gefxwarinê bibînin, ji xwe her cure amadekariyên me hene, çi hewce bike em ê bikin.
“Têkiliyeke di asta nizm de, di warê polîtîkaya derve te li gel Sûriyeyê tê meşandin. Nabe ku rêxistinên istixbaratê weke serokan tevbigerin û bibêjin ew çi bikin em ê jî wê bikin.
“Gelek caran dibe ku serok ji navberê derkevin. Divê rêxistinên istixbaratê vê binirxînin. Dijnimê me jî be nabe bi temamî têkiliyê qut bikin. Dibe ku rojekê ev têkilî lazim bibe.” (EKN/FD)
Foto: Murat Kula - Ankara/AA