Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê ABDyê Donald Trump destnîşan kiriye, ku rewatiya rêvebiriya serok dewlet Nicolas Maduro li Venezûelayê nemaye.
Trump, aşkere kiriye ku ew rêvebiriya Serokê Meclîsa Netewî, Juan Guaidoyê ku xwe wek Serok dewlet ragihandiye qebûl dikin.
Tevî ABDyê Kanada, Şîlî, Perû, Brezîlya, Guatemela, Kolombiya û Paraguayê jî aşkere kirine ku ew hukumeta Guaido qebûl dikin. Herweha Yekitiya Ewropayê(YE) û Rêxistina Dewletên Amerîkayê jî ragihandiye ku ew Guaido wekî serok rewa dibînin ne Maduro.
Meksîka, Bolîvya, Rûsya û Tirkiye yê jî aşkere kiriye ku ew piştgirên hukumeta Maduro ne.
Guaido di xwepêşandanê de ragihandiye
Meclîsa Netewî di destê opozîsyonê de ye lê di sala 2017an de deshilatdarî û erka serokê meclîsê Guaido ji dest girtin. Juan Guaido, di xwepêşandanên ku li dijî hukumetê de xwe wek “serokdewletê demkî” ragihandiye.
Piştî ku Guaido xwe wek “serok dewlet ê demkî” radigihîne di nav çend xulekan de Trump gotiye:
“Ji bo çareserkirina rewşa heyî ya Venezûelayê, hemû hilbijarde li ser masêyî ne.”
Serokê dewleta Venezûelayê Maduro jî Amerîkayê bi amadekirina kudeta(derbe) yê ve tawanbar kiriye û gotiye me hemû tekiliyên xwe yên diplomatîk bi Amerikayê re sekinandiye.
Herweha Maduro aşkere kiriye ku “ji bo terkirina welatê me 72 saetên dîplomatên ABDyê heye”. (EKN/PT/AY/MB)
* Abdulselam Yildirimî ev nûçe ji tirkî wergerandiye