Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezîrê karên derve yê DYAyê(Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê), Mike Pompeo duhî bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Iraqê, Nêçîrvan Barzanîyî re civiyaye. Wezîrî diyar kiriye ku leşkerên wan dê ji Sûriyeyê vegerin lê kurd dê bêne parastin.
wezîrî diyar kiriye ku serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî teahûd kiriye ku kurdên li Sûriyeyê dê bêne parastin. Wî gotiye:
“Em gelek qedrî didin parastina wan kesan ku bi me re şer kirine. Divê çi ji me bê em bikin. Erdoganî teahûd daye.
“Em lê dikolin rêyekê bibînin ku yekîneyên xwe pê re vegerînin. Ji beriya ku em (ji Sûriyeyê) biçin. Em dixwazin piştrast bibin ku hemî ûnsûrên DAIŞê hatine paqijkirin.”
Pompeo bi serokê berê yê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî re jî civiyaye. Wezîrî diyar kiriye ku ew keyfxweş e ku diyaloga Bexda û Hewlêrê baş bûye.
Li gor malpera masoudbarzani.krd, Pompeoyî stratejiya xwe ya ji bo ji Sûriyeyê vegerandina leşkerên DYAyê ji Barzanî re gotiye.
(PT/MB)