Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
31ê Adarê(meha sêyem) ji bo birêvebiriyên herêmî hilibijartinên şaredariyan dê bêne kirin. 4ê Kanûna Paşiyê(meha yekem) lîsteya hilbijêran hat nîşandan.
Li ser vê yekê gelek kesan îdia kirine ku kesên xeyalî di lîsteyê de hene.
Li gor biryarnameya YSKyê(Lijneya Bilind a Hilbijartinan) heke navê kesekê/î ji bo navnîşaneka nû wek hilbijêr bê nivîsîn lê guman hebe ku kesekê/a welê nîne. Polîs û Cendirme dê lêbikole ka ew kes hene, li ser navê wan ti belge(fatûre, tapu...hwd) hene. Heke nebe dê bê betalkirin.
*Hilbijêrên xeyalî: Navê hin kesan li hin cihan wek hilbijêr hatine îlankirin lê kesên bi wî navî nînin. Paşê kesên dî çêdibe ku li ser wan navan dengê xwe bidin û encama hilbijartinê biguherin.
(EKN/MB)