Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şêwirmendê ewlehiya navneteweyî yê DYAyê(Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) duhî li Îsraîlê li ser vegera ji Sûriyeyê ya leşkerên Amerîkayê gotiye divê kurd bêne parastin.
Boltonî gotiye ew ê vê yekê bi serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî re biaxive.
Li ser van gotinên Boltonî berdevkê serokkomariya Tirkiyeyê, Îbrahîm Kalinî gotiye:
“Îdiaya ku diyar dike armanca Tirkiyeyê kurd in, ne aqilane ye. Armanca Tirkiyeyê rêxistinên terorî yên DAIŞ û PKK/PYD/YPG ne. Dema ku bê diyarkirin ku rêxistinên terorî kurdan temsîl dike ji beriya her tiştan ev heqareteka li birayên me yên kurd e.”
Bolton dê îro bê Tirkiyeyê
John Bolton dê li ser mijara vegera ji Sûriyeyê ya leşkerên Amerîkayê îro bê Tirkiyeyê.
(/MB)