Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di roja yekşema 16ê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) ya 2018an de Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglû û wergira Xelata Nobel a Aşitiyê Nadia Mûradê hevdîtineke pêkanîne. Çavûşoglû û Mûradê di derbarê hevdîtinê de li ser hesabên xwe yên Twitterê de 2 daxûyaniyên ji hev cûda dane.
Nadia Muradê gotiye ku wê ji Çavûşogluû xwastiye êrişên li ser herêma Şengalê bidin rawestandin:
“Ji ber bombebarana herî dawî ya Tirkiyeyê bo ser Şingalê kiriye, me civînek pêkanî. Divê Tirkiye û Iraq alîkariya hev bikin da ku pêşiya bordûman û êrişên li ser Şengalê bên girtin û em dixwazin navçeyên ku DAIŞê wêran kirine, avedan bikin. Herwiha alîkariya êzidiyan bikin, ji bo ku vegerin ser mal û warê xwe”.
Nadia Mûradê destnîşan kiriye ku ji ber bombebarana herî dawî ya Tirkiyeyê bo ser Şengalê kiriye em hatine ba hev.
Lê Wezîr Çavûşoglûyî gotiye: “PKK, PYD û YPG li Iraq û Sûriyeyê zilmê li ser Êzidî, aşûrî û kurdan dike û ev berdewam e”:
“Em li gel aktivîsta êzidî Nadia Mûradê axivîn ku Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2018ê standiye. PKK, PYD û YPG li Iraq û Sûriyeyê zilmê li ser Êzidî, aşûrî û kurdan dike û ev berdewam e”.
(EÖ/EKN/AY/FD)
*Abdulselam Yildirimî ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye.