Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan di Civîna Pilebilindên Pîşesaziya Berevaniyê ya Tirk de axivî û ragihand, “di nava çend rojan de li rojhilatê Firatê operasyona leşkerî dest pê dike”.
Di rojeva Erdoganî de kêşeya Sûriyeyê û pîşesaziya berevaniyê hebû. Herweha Erdoganî ragihandiye:
“Di nav çend rojan de em ê li rojhilatê Firatê operasyoneke serbazî bidin destpêkirin.Armanca me endamên rêxistina terorê ne ku li deverê çalakiyan dikin. Me li Sûriyeyê ewlehî û aramiya hinek deveran pêkaniye, em ê ji bo ewlehî û aramiya rojhilatê Firatê jî bixebitin lê ji bo xwediyê wir yên esil.
“Hûn ji ber çi bi wan re tevdigerin?”
Erdoganî gotiye "Li bakurê Sûriyeyê di nav hewldanên pêkanîna korîdorekê terorî de ne. Em dibêjin ‘evana terorîst’ in. Di serî de Amerîka hevbeşên me yên stratejîk dibêjin nexêr ne terorîst in. Ev baskên PKKê ne. Hûn çima ligel me tevnagerin û ligel wan tevdigerin?
"Me li Minbicê hê jî ti encamek bidest nexistiye. Birêz serok niha daxuyanî da û dibêje di hundirê 30 rojan de hemûyan paqij dike. Hêvîdar in weha be.”
“Amerîkî di rûyê me de, erênî diaxivin"
“Amerîkî di rûyê me de, erênî diaxivin, lê li dijî DAIŞê endamên rêxistina terorê derxistin meydanê. Herî dawî dest bi perwerdekirina 30 hezar endamên rêxistina terorî kirin. Dibêjin tiştekî weha nîne, lê medya hemû cîhanê vê dizane û ev tespît kiriye”
“Amerîka peywendiyên xwe li gel rêxistina terorî her roj bi pêş dixe. Di destê xwe de al û paçêkên wan hildidin, bi kê re ne? Al û paçikên wan ligel hev in. Heta devriyeyên hevbeş bi hev re dikin û hatine asta perwerde ya hevbeş”.
Erdogan, di dawiya axavtina xwe gotiye:
"Me amadekariyên xwe kirine û amadekariyên me gihştine asta dawî yê. Di nav çend rojan de, em dest bi operasyona rojhilatê firatê dikin. Armanca me ne serbazên Amerîkî ne, rêxistina terorî ye."
(HA/AY/MB)
*Abdulselam Yildirimî ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye.