Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Sirri Sureyya Onder, Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Enqereyê îro ketiye girtîgehê. Dadgehê ji ber axavtina Onderî ya Newroza 2013ê, bi tohmeta ku “propagandaya rêxistina terorê kiriye” sê sal û şeş meh cezayê girtinê li Onderî birî bû û 2yem Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Stenbolê ceza pesend kiribû.
Onderî li ber deriyê Girtîgeha Tîpa F ya hejmar 1 ya Kocaeliyê ji rojnamegeran re axivî ye û wiha gotiye: “Ez xwediyê gotinên xwe me. Silav li hemû dostan. Demorasî û aştî wê bi ser keve”.
Bixwîne - Cezayê Demîrtaş û Onderî hatiye pesendkirin
Çi bûbû?
Selahatîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê û Sirri Sureyya Onder, parlamenterê berê yê Enqereyê bi hinceta ku “propagandaya rêxistinê kirine” dihatin darizandin. 7ê Îlona 2018ê ceza li wan hatibû birîn.
26m Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ji ber axavtina wan a Newroza 2013ê, 4 sal û 8 meh li Demîrtaşî, 3 sal û 6 meh jî li Onderî birî bû. Dadgehê di biryara xwe de bi îdiaya ku “ketine nava helwestên neyênî” cezayê wan kêm nekiriye.
Parêzerên Onder û Demîrtaşî li dijî biryarê derketine û dosye şandine 2yem Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Stenbolê ango dadgeha îstînafê. Di 25ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) de dosya gihiştiye ber destê dadgehê.
16ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) Dadgeha Mafên Mirovan (DMME) aşkere kir ku ew ê derbarê serîlêdana Demîrtaşî ya li dijî biryara girtinê 20ê Çiriya Paşiyê biryara xwe diyar bike.
Dadgeha îstînafê 19ê Çiriya Paşiyê lêkolîna pêşîn li ser dosyaya Demîrtaşî kiriye. 20ê Çiriya Paşiyê jî DMMEyê biryar girt ku divê Demîrtaş bê berdan.
4ê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar), 2yem Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Stenbolê cezayê Onder û Demîrtaşî pesend kir. Onder piştî ku 2 sal û 9 mehan di girtîgehê de bimîne dikare mafê serbestberdana bişert bi kar bîne. (AS/FD)