Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di civîna koma partiya xwe li Parlamentoyê axivî ye.
Bûldanê di axavtina xwe de li ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven, Parlamentera HDPyê ya girtî axivî ye û wiha gotiye:
“Leyla Guvenê berxwedaneke girîng daye dest pê kirin. Ev berxwedaneke wiha ye ku weke ya Gandî ye. Ez wisa bawer dikim ku heke em bi hev re li ber xwe bidin, em ê karibin vê komployê pûç bikin.
“Ez bang li hemû raya giştî dikim ku xwedî li berxwedana Leyla Guvenê derkevin û piştgiriya daxwazên wê bikin.
“Ew hiqûqa ku we binpê kiriye wê rojekê ji we re jî lazim bibe. Kurd wê ti gavê xwe radestî we nekin. Hûnê nikaribin li ti derê pêşketina gelê kurd bidin sekinandin. Ne zordar lê kesên berxwedêr di dîrokî de bi ser dikevin. Hûnê nikaribin herka dîrokê biguherînin.
“Ji bo piştgiriya bi Leyla Guvenê re, em ê tevlî 10 parlamenterên xwe ji bo du rojan dest bi greva birçîbûnê bikin.”
Pervîn Bûldanê her weha biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Demîrtaşî de bi bîr xistiye û wiha gotiye:
“Divê biryara DMMEyê ya derbarê Demîrtaşî de demildest bi cî bê. Divê Demîrtaş bê berdan û vê biryarê mînak qebûl bikin û hemû hevalên me yên din demildest divê azad bibin.” (EKN/FD)