* Foto: Anadolu Ajansı
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavûşoglûyî ji rojnameya Süddeutsche Zeitunga almanî re axivî ye û biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de nirxandiye.
DMMEyê biryar girtibû ku Demîrtaş “divê demildest bê berdan”.
“Ya yekemîn DMMEyê pêştir di derheqê Demîrtaşî de biryarên cûda girtîbû û ya duyemîn ev biryar li gor min siyasî ye. Dibê daraz tişteke weha neke. Ji bo îtirazkirina biryarê em ê biçin Daîreya Mezin a DMMEyê.
“Ya sêyemîn di Yekitiya Ewropayê (YE) de çendîn welat heye ku biryarên DMMEê pêknayîne. Wekî mînak, Digel biryara DMMEê jî tirkên ku li Yewnenîstanê dijîn, heta niha nikarin di navên komeleyan de bêjeya tirk bikarbînin. Atîna 10 sale ku vê biryarê pêknayîne. Kes ji bo vê zextan li Yewnanîstanê dike?”
Çavûşoglû destnîşan kiriye û got “Li vir mijara girîng ne siyaset lê belê hiqûq û qanûn e” û wiha berdewam kiriye: “Endamtiya wî yekser bi rêxistinê re tune be jî Demîrtaşî piştgiriya xwe ya ji bo rêxistina terorê, PKKyê venaşêre.” (AS/FD)