Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Îsnafê ya Stenbolê cezayê ji bo Atîlla Taşî pesend kiriye, polîsan ew li mala wî desteser kiriye û bi biryara dadgehê hat girtin.
Parêzerê Atîlla Taşî, Yaman Akdenîzî bersiva pirsên bianetê da. Wî got:
Sûcê ku Taş ji ber wê hatî girtin ev e:
“Digel ku ne di hîyerarşîya rêxistinê de ye jî bi zanebûnî û bi dilê xwe wî alîkariya rêxistinê kiriye.” û bi TCK 220/7 (Qanûna Cezayan ya Tirkan) tê dadkirin.
Akdenîzî diyar kir ku Atîlla Taş hatiye girtin û di girtîgehê de ye.
Atîlla Taş salek û 50 rojan di girtîgehê de mabû, dema salek mehek û 21 rojên mabû dadgehê biryara tehlîyekirina wî dabû.
Çi bûbû?
Piştî Hewildana Derbekirinê ya 15ê Tîrmehê dadgehê doz li 29 rojnamegeran vekir, dozgerê dozê xwest 13 rojnameger bêne serbestberdan.. Hat îdiakirin ku ew rojnameger di medyaya nêzîkî Fethûllah Gûlenî de kar dikin.
Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya 23. ji bo doza rêxistina FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) ya di medyayê de biryara tehlîyekirina Murat Aksoy û Atîlla Taşê rojnameger da dadgehê digel herdu rojnamegeran biryara tehliyeyê ji bo Davut Aydinê dersdêr jî dabû.
Bixwîne - Dozgerî xwest 13 rojnameger bêne serbestberdan
Herdu rojnameger ji 3yê Îlonê ve di girtîgehê de bûn, dersdêr ji 26ê Tîrmeha 2016ê ve di girtîgehê de bûn.
Herweha li gor rapora dadgehê 6 kesên têne dadkirin sepana Bylockê bi kar hînane. Bylock ew sepana telefonan e ku endamên FETOyê ji bo peywendîdana nehênî bi kar hînaye.
Dadgeh Cezayên Giran a 25. a Stenbolê 29 rojnamegeran dad dike. Dozgerê dozê xwest 13 rojnameger bêne serbestberdan. Qedexeya derketina derve û serbestberdana Atilla Taş, Murat Aksoy, Gökçe Fırat Çulhaoğlu, Yakup Çetin, Yetkin Yıldız, Seyit Kılıç, Mustafa Erkan Acar, Hüseyin Aydın, Abdullah Kılıç, Ali Akkuş, Bünyamin Köseli, Cihan Acar û Oğuz Usluer hat xwestin.
Navê rojnamegên hatin dadkirin ev in:
Abdullah Kılıç, Ahmet Memiş, Ali Akkuş, Atilla Taş, Bayram Kaya, Bülent Ceyhan, Bünyemin Köseli, Cemal Azmi Kalyoncu, Cihan Acar, Cuma Ulus, Davut Aydın, Emre Soncan, Gökçe Fırat Çulhaoğlu, Habip Güler, Halil İbrahim Balta, Hanım Büşra Erdal, Hüseyin Aydın, Muhammet Sait Kuloğlu, Muhterem Tanık, Murat Aksoy, Mustafa Erkan Acar, Mutlu Çölgeçen, Oğuz Usluer, Said Sefa, Seyid Kılıç, Ufuk Şanlı, Ünal Tanık, Yakup Çetin, Yetkin Yıldız.
(EKN/MB)