Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî 13ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) yê 2018ê, li bajarê Kayseriyê gotibû ku dibe ew operasyonê bibin ser muxtaran. Piştî vê daxuyaniyê bi du rojan, Wezareta Navxweyî 259 muxtar ji wezîfeyê avêtiye.
Erdogan di axavtina xwe de gotibû, “Hin muxtar hene ku li ber gefê PKKyê stuyê xwe xwar dikin, em van efû nakin.” Rojnameya Yeni Şafakê 14ê Çiriya Pêşiyê (Cotmehê) nivîsandibû ku Wezareta Navxweyî ji bo muxtarên li herêmên Rojhilat û Bakurê Rojhilat kar dikin, lêkolîn dabû destpêkirin.
Îro bi daxuyaniyekê hatibû diyarkirin ku lêkolîn bilez hatiye qedandin û nav hatine diyarkirin.
103 jê yên gundan in
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku, “259 muxtar ji ber têkiliya wan a bi rêxistina terorê re û liv û tevgerên wan ên ne li gorî wezîfeya ku dikin, ji kar hatine avêtin. Li gorî heman daxuyaniyê 103 muxtar li gundan, 156 muxtar jî li taxan wezîfeyê dikin.
Beriya niha Wezareta Navxweyî qayûm şandibûn ser şaredariyan.
Di encama Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de ya 1ê Îlona 2016ê, 4 jê yên AKPyê, yek jê ya MHPyê, 94 jê jî yên DBPyê bi tevahî qayûm ji bo 99 şaredariyan hatibûn ragihandin. DBPyê di hilbijartinên herêmî yên 2014ê de 108 şaredarên bajar, navçe û bajarokan bi dest xistibû.
Daniş Beştaşê ji Wezaretê pirsî ye
Piştî Wezareta Navxweyî muxtar ji wezîfeyê avêtiye, Meral Daniş Beştaş, Parlamentera HDPyê ya Sêrtê pirsiyarnameyek pêşkêş kiriye.
Beşdaşê diyar kiriye ku biryareke weke vê ji bo cerdevanan jî hatiye standin. Wezaretê 12ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) ya 2018ê 635 cerdevan ji wezîfeyê avêtibû.
Beştaşê pirsî ye û gotiye; “Tayînkirina qayûman a ji bo muxtaran di çarçoveya kampanyaya hilbijartina herêmî de ye?” (HK/FD)
* Fotograf: Anadolu Ajansı / Ankara